Aldar Xelîl: "NY divê ewlehiya navçeyê dabîn bike"
Aldar Xelîl, Endamê Konseya Cihêner a Tevgera Civaka Dêmokratîk a Kurdên Sûriyê (TEV-DEM) di axaftinekê da tevî amajeya bi guhertinên bakurê rojhilata Sûriyê got: NY divê ewlehiya navçeyê dabîn bike.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Aldar Xelîl, Endamê Konseya Cihêner a Tevgera Civaka Dêmokratîk a Kurdên Sûriyê (TEV-DEM) di axaftinekê da tevî amajeya bi guhertinên bakurê rojhilata Sûriyê got: Hêzên Sûriya Dêmokratîk hevrê digel hemî rêxistinên têkildar û gelên navçeyê berxwedaneka pirr mezin nîşan dan. Me lihevkirina agirbesê ne ji ber şêrr, belkî bi mebesta çareserkirina meseleyê pejirand.
Li gorî rapora KRD Newsê, Aldar Xelîl di dewama gotinên xwe da got: Agirbes di encama berxwedana gelê navçeyê jibo pêşîlêgirtina ji parçekirina Sûriyê û redkirina dagîrkirina vî welatî pêk hatiye. Niha divê em bipejirînin ku rêkara meseleyê derketina hêêzn artêşa Tirkiyê ji navçeyê û dabînkirina ewlehiya navçeyê ji aliyê hêzên parêzvanê aştiyê yên NY ye.