Hêzên amerîkî ji baregeha herîmezin a li bakura Sûrîyê vekişîyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309524-hêzên_amerîkî_ji_baregeha_herîmezin_a_li_bakura_sûrîyê_vekişîyan
Hêzên amerîkî ji baregeha herî mezin a leşkerî li bakura Sûrîyê vekişîyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 20, 2019 15:07 Asia/Tehran
  • Hêzên amerîkî ji baregeha herîmezin a li bakura Sûrîyê vekişîyan

Hêzên amerîkî ji baregeha herî mezin a leşkerî li bakura Sûrîyê vekişîyan.

Ligorî rapora Ray Al Yawmê, karwanê leşkerên amerîkî ku ji 70 maşînê leşkerî û zêrêhpûşan pêk dihat, ji baregeha Sirînê li 30 kîlomêtrîya Kobanîyê vekişîya û ji Tiltemirê li parêzgeha Hesekê derbas bû û helekoptêrên amerîkî jî ser serê wî karwanî difirîyan.

Ligorî raporan, baregeha leşkerî ya Sirînê bargeha herîmezin a hêzên amerîkî li bakura Sûrîyê dihat hesêb û eva çaremîn bargeh e ku leşkerên amerîkî mideha 2 hefteyên buhurî de jê vedikişin.

Hêzên amerîkî berî vîya ji bargehên xwe yên li Reqqa û Helebê vekişîyabûn û niha tenê li bargehên xwe li Dêrezor û Hekesê mane.