HSD ji Serêkanîyê vekişîya
Şervanên HSD piştî birêkirina dawîn karwanê kuştî û birîndaran ji Serêkanîyê vekişîyan.
Ligorî rapora Ajansên Nûçan ên SANA û Sputnikê, Şervanên HSD piştî birêkirina dawîn karwanê kuştî û birîndaran û derxistina sivîlan ji Serêkanîyê vekişîyan û hêzên Tirkîyê û têrorîstên digel wan şarê Serêkanîyê dagir kirin.
Heyva Sor a Kurd jî îro ragihand: Bi alîkarîya Xaça Sor a Navnetewî 30 birîndar û meytê 4 şervanan li nexweşxana Serêkanîyê derxistine û veguhestine nexweşxana Ferman a Qamişloyê.
Berî vîya Fermandarê HSD Mezlûm Kobanî ragihand: Tirkîye rê nade birîndar û qurbanîyên sivîl ji Serêkanîyê bên derxistin û herwiha nahêle hêzên HSD ku çend roj e li wî şarî hatine dorpêçkirin, vekişin.
Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û avahiyên wan li gor îzna Amerîkayê 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor gotina şahidên dagîrkeriya Tirkiyê ku komkujiya bi sedan kesên sivîl bi çavên xwe dîtine, "Kaniya Aştiyê" niha bûye "Kaniya Xwînê".
Rêxistina Efûya Navneteweyî jî ragihand ku Rejîma Tirkiyê û çeteyên wê li dijî kurdên Sûriyê û sivîlên kurd ji çekên qedexe îstifade kiriye û li wir sûçên şêr cih anîne.