Birînên birîndaran nenormal in û bi dermanên şewatê nayên dermankirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309519-birînên_birîndaran_nenormal_in_û_bi_dermanên_şewatê_nayên_dermankirin
Ji ber çekên ku artêşa Tirkiyê li dijî sivîlan bi kar anî, şewata birîndaran rehet nabe, kadroyên nexweşxanên Qamişloyê diyar kirin ku wan pêwîstî bi alavên tenduristiyê û dixtor û dewa û dermanan hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 20, 2019 14:09 Asia/Tehran
  • Birînên birîndaran nenormal in û bi dermanên şewatê nayên dermankirin

Ji ber çekên ku artêşa Tirkiyê li dijî sivîlan bi kar anî, şewata birîndaran rehet nabe, kadroyên nexweşxanên Qamişloyê diyar kirin ku wan pêwîstî bi alavên tenduristiyê û dixtor û dewa û dermanan hene.

Malik Seed Maaş ji bajarokê Til Koçer a Girkê Legê ya herêma Cizîrê ye, ew jî di nava karwanê ku di 13`ê Cotemhê de ber bi Serêkaniyê ve diçû, bû ku karwan rastî topbarana artêşa Tirkiyê hat, di encamê de 12 sivlan jiyana xwe ji dest dan, di nava wan 2 rojnemevan bi navên Seed Ehmed Reşo û Mihemd Reşo bûn, her wiha 75 kesên din jî birîndar bûn, di nava wan de 7 rojnamevan hebûn. Ew karwan ji sedan kesên sivîl û rojnamevan pêk dihat, ew ji bo piştgiriya ji şerwanên xwe diçûn Serêkaniyê.

Niha Malik Seed Maaş li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo tê dermankirin, rû û destên wî bûne qirik, êdî sehekên rûyê wî nayên dîtin, hingî birîna rûyê wî kur e, êdî bi êş û janê nahise, ji ber topavêjan ku tê pêşbînîkirin topavêjin di nava cîhanê de qedexekirî ne, canê wî tijî parçe ne.

Muxedirê bi navê Îbrahîm Îbrahîm ku li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo dixebite ya ku Malik Seed lê derman dibe got: “Rewşa birîndarên ku anîne nexweşxanê pir xerîb e û wan tu carî rewşên wiha nedîtine, ez ji sala 1984`an ve û heta îro karê bincê dikim, lê min qet rewşeke wekî ya Malik nedîtiye.”

Îbrahîm got: “Dermanê em bi kar tînin tu sûdê nade şewata Malik, di gel ku rewşa şewatê wekî berî çend heftiyan e û nayê rehetkirin.”

Îbarhîm îşaret bi pêwîstiya bi alavên tenduristî û dixtoran kir, heta ku bikarin rewşên wiha rehet bikin.

Artêşa Tirkiyê ji 9`ê Cotmehê ve bi hemû çekên giran û di nava cîhanê de qedexekirî ne, êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ji ber vê yekê zêdetirî nîv milyon sivîl ji malên xwe derketin, zêdetirî 200 sivîl şehîd bûne, di nava wan de 22 zarok û zêdetirî 700 kesên birîndar hene.

Rêxistina Efûya Navneteweyî jî ragihand Rejîma Tirkiyê û çeteyên wê li dijî kurdên Sûriyê û sivîlên kurd ji çekên qedexe îstifade kiriye û li wir sûçên şêr cih anîne