Mezlûm Kobanî: Operasiyona dijî DAIŞÊ despê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309499-mezlûm_kobanî_operasiyona_dijî_daiŞÊ_despê_kir
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî di hevpeyvînekê de da zanîn ku li navçeyên Dêre Zorê dest bi êrîşên xwe yên bo ser DAIŞê kirine û hêzên wan niha ligel Hevpeymaniya Navdewletî bo rûbirûbûna DAIŞê di hevahengiyê de ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 20, 2019 06:46 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanî: Operasiyona dijî DAIŞÊ despê kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî di hevpeyvînekê de da zanîn ku li navçeyên Dêre Zorê dest bi êrîşên xwe yên bo ser DAIŞê kirine û hêzên wan niha ligel Hevpeymaniya Navdewletî bo rûbirûbûna DAIŞê di hevahengiyê de ne.

Mezlûm Kobanî di hevpeyvîna bi AFP de ragihand ku piştî êrişa Tirkiyê ser kurdên Sûriyê wan dîsa  bi hevahengiya ligel Hevpeymaniya Navdewletî  li rojhilata Firatê êrişî ser şaneyên veşartî yên DAIŞê kirin.

Kobanî herwiha amaje bi wê yekê daye ku mana hêzên Amerîkayê li Sûriyê rê li serdestiya Rûsyayê digire û hevdem HSD ligel wê yekê ye ku hebûna Amerîkayê li navçeyê hebe daku balansa hêzê çêbibe û hemû tişt nekeve destê Rûsyayê.

Mezlûm Kobanî radighîne, Tirkiye dibe rêgir ku ji Serê Kaniyê derkevin û herwiha dibêje, wê demê guman dikin leyîstikek di navbera Amerîka û Tirkiyê de heye.

Di 17ê Cotmeha 2019an de Cîgirê serokê Amerîkayê Make Pence li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê peymana ku bi hikumeta Tirkiyê re hatiye lihevkirin, ragihand. Li gor wê divê şer bi dema 120 saetan raweste û piştre agirbesteke daîm pêk bê. Li gor wê jî HSD tevî Rêveberiya Xweser bo parastina sivîlan peyman qebûl kir. Piştî 2 roj ji agirbestê derbas bûn ku hêj êrîş li dijî bajarê Serê Kaniyê berdewam in.

Piştî ragihandina agirbestê û derbasbûna 2 rojan di ser re 17 kesan canî xwe ji dest dane û 24 kes jî birîndar bûne.