Piştgiriya Rûsiyê ji yekperçetiya erdê Sûriyê
Çirî 19, 2019 14:54 Asia/Tehran
Wezareta karên derve ya Rûsiyê li daxûyaniyekê piştgirî da yekperçetiya erdê Sûriyê.
Li gorî rapora Enterfaxê, Wezareta karên derve ya Rûsiyê îro şemiyê li daxûyaniyekê raghand: Desteya ûris û Beşar Esed serokkomarê Sûriyê debarê dabînkirina ewlehiya Sûriyê ji aliyê dewleta Şamê û pêwîstiya hin pêngavan bo dabînkirina ewlehiya navçên bakurê vî welatî de gotûbêj kirin.
Li gor raporan Beşar Esed jî li hevdîtina bi taxima rûsî re teqez kir ku hemî hêzên emerîkî û Tirkiyê destdirêjkir in û divê ji Sûriyê derkevin.
Rûsiyê pêştir jî teqez kiribû ku dabînkirina ewlehiyê ji riya sipartina kontrola sînorên Tirkiyê û Sûriyê bo dewleta Şamê dikare serê xwe bigre.