Rûsiye: Du balefirên bêpîlot ên terorîstan li esmanê Sûriyê hatin sernixûnkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309485-rûsiye_du_balefirên_bêpîlot_ên_terorîstan_li_esmanê_sûriyê_hatin_sernixûnkirin
Artêşa Sûriyê li daxûyaniyekê raghand ku du balefirên bêplot ên terorîstan li bajarê Lazqiyê li rojava Sûriyê sernixûn kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 19, 2019 13:16 Asia/Tehran
  • Rûsiye: Du balefirên bêpîlot ên terorîstan li esmanê Sûriyê hatin sernixûnkirin

Artêşa Sûriyê li daxûyaniyekê raghand ku du balefirên bêplot ên terorîstan li bajarê Lazqiyê li rojava Sûriyê sernixûn kirine.

Li gorî rapora Enterfaxê, artêşa Sûriyê roja îniyê li vê daxûyaniyê her wiha li bara dûhatên neyînî yên operasyona eskerî ya vê dawiyê li bakurê Sûriyê hişyarî da û got: Xetera jidestdayîna kontrola operasyon û parastina navendên girtina zindaniyên terorîstên DAIŞ`ê li bakurê Sûriyê heye. 

 Artêşa Sûriyê îlona buhurî raghandibû,Yekîna berevaniyê ya vî welatî li meqerên Hemîmîm û Tertûsê li Sûriyê karî bi dehan balefirên cengê û mûşekên terorîstan û endamên DAIŞ`ê li sala 2019`an keşf bike û van radû bike. 

 Hêza hewayî ya Rûsiyê ji Îlona 2015`an ser daxwaza rasterast a Beşar Esed,serokkomarê Sûriyê tevlî şerê li dijî terorîstî li vî welatî bû.