MSD ji bo parastina agirbesê daxwaza çavdêrên navdewletî dike
Meclisa Sûrîya Dêmokiratîk (MSD) daxwaz ji Amerîkayê dike ku çavdêrên navdewletî bişîne ji bo parastina rêkeftina agirbesê ya ligel Tirkiyê.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê aşkere kir ku Enqere pabendî agirbesê nebûyê û şer û bombebaran li dewrûberên Serêkaniyê didomin.
MSDê herwiha ragihand ku sibeha îro gundê Bab Xeyr li başur rojhilatê Serêkaniyê ketîye ber êrişa Tirkiyê û diyar kir ku di encama wê êrişê de 5 endamên HSDê ligel hejmareke kesên sivîl bûne qurbanî.
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku bombebarana artêşa Tirkiyê tevî agirbesê jî berdewam e û hatiye ragihandin ku ev yek jî asteng e li pêş xwegihandina birîndaran û rizgarkirina xelkê sivîl.
Meclisa Sûriya Demokratîk di daxuyaniya xwe de bang li Netewên Yekgirtî, Encûmena Asayîşa Navdewletî, Yekitîya Ereban û bi şêweyekî taybet jî li Amerîkayê dike ku Amerîka navbeynkar û çavdêrê vê rêkeftinê bûye, zûka çavdêrên navdewletî bişînin bi armanca parastina rêkeftina demkî ya agirbesê û paşê veguherandina wê bo rêketineke dayimî.
MSD herwiha daxwaz dike ku di çarçova wê rêkeftinê de Artêşa Tirkiyê û çeteyên ser bi wê gişk vekişin.