Sazîya Navnetewî ya Efûyê: Tirkîyê tawana cengê li bakura Sûrîyê kirîye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309452-sazîya_navnetewî_ya_efûyê_tirkîyê_tawana_cengê_li_bakura_sûrîyê_kirîye
Sazîya Navnetewî ya Efûyê ragihand ku Tirkîyê tawana cengê li bakura Sûrîyê encam daye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 18, 2019 13:12 Asia/Tehran
  • Sazîya Navnetewî ya Efûyê: Tirkîyê tawana cengê li bakura Sûrîyê kirîye

Sazîya Navnetewî ya Efûyê ragihand ku Tirkîyê tawana cengê li bakura Sûrîyê encam daye.

Sazîya Navnetewî ya Efûyê, Tirkîyê tû komên têrorîst ên hevpeymanê Enqerê tawanbar dike ku di êrişa ser şervanên Kurd li bakura rojhilata Sûrîyê de cinayeta cengê encam dane.

Sazîya Navnetewî ya Efûyê di rapora xwe da radigihîne: Hêzên Tirkîyê û komên têrorîst ên ser bi Enqerê di êrişên ser bakura rojhilata Sûrîyê de têkildarî welatîyên sivîl sersarî kirine bi awayekî ku welatîyên sivîl ji wan jin û zarok kirine armanc.

Tirkîye radigihîne ku hewl dide zîyan negihêje welatîyên sivîl lêbelê Navenda Mafên Mirovan radigihîne ku 72 kesên sivîl di encama bombebaran û êrişên hêzên Tirkîyê û komên çekdar ên ser bi Enqerê da canê xwe ji dest dane.  

Sazîya Mafên Mirovan herwiha radigihîne ew belgeyên ku kom kirine wê yekê piştrast dikin ku hêzên Tirkîyê bi zanebûn cihên xelknişîn û giştî ji wan nexweşxane, nanxane û dibistanan dide ber bombeyan bilî kuştina rawestandî weke kuştina sîyasetvana Kurd Hervîn Xelefê bi destê koma Ehrar ul Şerqîye. 

Sêkrêtêrê Gişt Sazîya Navnetewî ya Efûyê Komî Naydo gotîye ku Tirkîye berpirsê kiryarên komên çekdar ên hevpeymanê Enqerê li Sûrîyê ye. Wî herwiha gotîye ku Tirkîyê di sala 2018`an de rê da ku ew komana tawanan li herêma Efrînê bikin.