Artêşa Sûriyê berê xwe da sînorên vî welatî û Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309430-artêşa_sûriyê_berê_xwe_da_sînorên_vî_welatî_û_tirkiyê
Hêzên Artêşa Sûriyê piştî kuntrolkirina Serê Kaniyê ber bi navça Sewqulhal li bakûra vî bajarî ku ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê ye birê ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 17, 2019 16:11 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê berê xwe da sînorên vî welatî û Tirkiyê

Hêzên Artêşa Sûriyê piştî kuntrolkirina Serê Kaniyê ber bi navça Sewqulhal li bakûra vî bajarî ku ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê ye birê ketin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, ji zarê rojnameya El-Weten, Dewleta Şamê piştî 7 salan karî Kuntrola pişkên bakûrî yên vî welatî bigre dest û niha artêşa vî welatî ber bi navçên sînorî tev Tirkiyê birê ketiye.

Rojnameya El-Weten ragihandiye alaya Sûriyê li hemû pişkên bakûrî yên sînorê vî welatî tev Tirkiyê hatiye rakirin.

Artêşa Sûriyê duh çarşemê gihêşte Serê kaniyê.

Pêştir jî artêşa Sûriyê bajarê Minbicê û bajarokên derûdor xistibû bin kuntrola xwe./

Pêş êrişa Tirkiyê ser navçên bakûrî û rojhilata Sûriyê, hêzên Sûriya Demokratîk HSD daxwaza piştevaniya Şamê kiribû ku artêşê bişînin wan navçên ku ji destê terorîstan azad bûne.

Receb Teyb Erdogan serokkomarê Tirkiyê 9 Cotmehê bi fermî fermana êrişa ser axa Sûriyê derxist û navê vê operasiyonê jî daniye Kaniya Aşitiyê lê gor raporên belavbûyî li van çend rojana ji ber êrişa Tirkiyê ser axa Sûriyê gelek ji xelkê sivîl bûne qurbanî.

Bi curekê ku ji ber êrişa artêşa Tirkiyê ser nexweşxaneya bajarê serê kaniyê gelek ji xelkê sivîl û nexweşên nav vê nexweşxaneyê hatine kuştin.

Dewleta Tirkiyê li halekê dewamê dide êrişên xwe yên hewayî û bejayî ser bakûra Sûriyê û bitaybet ser bajarê Serê Kaniyê ku heta niha gelek ji welatên cîhanê û saziyên navnetewî ev êrişa mehkûm kirine û daxwaza rawestandina êrişa artêşa Tirkiyê ser axa Sûriyê kirine.