Bişar Esed: Em dê bi hemî emrazên rewa bersiva dagirkerîya Tirkîyê bidin
Serokomarê Sûrîyê pêgirî kir: Em dê bi hemî emrazên rewa bersiva dagirkerîya Tirkîyê bidin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Sûrîyê, Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed îro bi Rawêjkarê Ewlehîya Netewî yê Iraqê Falih Feyyaz re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
Serokomarê Sûrîyê di wê hevdîtinê de bertek nîşanî êrişa Tirkîyê ser bakur û rojhilata wî welatî da û ew bi tundî şermezar kir.
Esed di vî warî de got: Em dê bi hemî emrazên rewa bersiva dagirkerîya Tirkîyê bidin.
Serokomarê Sûrîyê herwiha pêgirî kir: Êrişa dagirkeran ya Tirkîyê ser bakura Sûrîyê herçend ku bi durişmên derew hatîye encamdanê lê armanca wê dabînkirina timakarîya Erdogîn e.
Rawêjkarê Ewlehîya Netewî yê Iraqê Falih Feyyaz jî di wê hevdîtinê de peyameke Serokwezîrê welatê xwe Adil Ebdulmehdî raberî Serokomarê Sûrîyê kir.
Ligorî rapora mêdyayên Ereb, peyama Serokwezîrê Iraqê rêyên xurtkirina peywendîyên dualî û jordabirina hevahengîya di navbera her du welatan de û têkoşîna dijî têrorîsmê û ewlehîya sînoran digire ber xwe.
Serokwezîrê Iraqê di wê peyamê de herwiha xwestîye ku her du welat hevkarîya aborî bikin û derîyên sînorî di navbera Sûrîye û Iraqê de careka din bên vekirinê.