Karwanê leşkerên Sûrîye û Rûsîyê bera xwe da Kobanîyê
Karwanê leşkerên Sûrîye û Rûsîyê ji Minbicê bera xwe da Kobanîyê û di navbera Artêşa Sûrîyê û têrorîstên ser bi Tirkîyê de pevçûn derket.
Ligorî rapora Kanala Al Mayadeenê, Karwanê leşkerên Sûrîye û Rûsîyê ji Minbicê giheşte Pira Qerqozaqê jibo ku li Kobanîyê bicih bibe.
Ligorî vê raporê, hêzên Artêşa Sûrîyê li hin gundên pêşberî têrorîstên ser bi Enqerê li derdora Reqqayê bi cih bûne.
Serokê Çiqa Reqqayê ya Partîya Beis a Erebî ya Sûrîyê Ebdullah Hadî berî vîya gotibû ku armanca bicihkirina Artêşa Sûrîyê li Eyn Îsayê nika zemînesazîya jibo sekinîna himberî êrişa Tirkîyê ye.
Zêrevana Mafên Mirovan a Sûrîyê jî ragihand ku li bakura rojhilata Eyn Îsayê di navbera Artêşa Sûrîyê û têrorîstên ser bi Enqerê da pevçûn derket.
Ligorî agahîyan pevçûn li cadeya navnetewî didomin.