Aldar Xelîl: Artêşa Tirkîyê digel DAIŞ`ê êrişî me dike
Endamê Civata Kargêr a Tevgera Civaka Dêmokiratîk (TEV-DEM) di axavtinekê de bal kişand ser opêrasyona hêzên Artêşa Tirkîyê li bakura Sûrîyê û got: "Tirkîye bi hemî DAIŞ`îyên ku piştî azadkirina Reqqa û Dêrezorê revîne deverên bakur û rojhilata Firatê êrişî me dike. "
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hawarê, Endamê Civata Kargêr a Tevgera Civaka Dêmokiratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl derbarê êrişa hêzên Artêşa Tirkîyê û têrorîstên bi wan re ser bakura Sûrîyê de got: Artêşa Tirkîyê ku ji mêj va ye ku plankarî jibo dagirkirina deverên rojhilata Firatê dike, bi êrişan hewil dide vîna gel û hêzên çekdar ji nav bibe.
Ligorî vê raporê, Aldar Xelîl pêgirî kir ku destpêkirina êrişa Tirkîyê di roja 9`ê Cotmehê de gellekî watedar e. Bila hemî cîhan vê yekê baş bizane. Dewleta Tirkîyê bi tena serê xwe himberî me şêrr nake, belkî bi hemî DAIŞ`îyên ku piştî azadkirina Reqqa û Dêrezorê revîne deverên bakur û rojhilata Firatê êrişî me dike. Em himberî dewleta Tirkîyê ku careka din têrorîstên DAIŞ`î bi navên din anîne deverê şerê man û nemanê dikin. Em ê hêzên nasyar bi Ceyş ul Wetenî ku DAIŞ`î di nav de ne û Artêşa Tirkîyê têk bibin.
Endamê Civata Kargêr a Tevgera Civaka Dêmokiratîk (TEV-DEM) amajeyî vê yekê kir ku Erdogan di qada sîyasî de tenê maye û got: Rewabûna opêrasyona Artêşa Tirkîyê li bakura Sûrîyê tineye, hîç dewletek têkildarî vê êrişê pişta Tirkîyê nagire.