Şerê dijwar li Serîkaniyê | Şervanên Kurd bi dijwarî bersiva êrîşan didin
Çirî 16, 2019 07:30 Asia/Tehran
Medyayên bakurê Sûriyê radigihînin ku şeva bihurî şer û pevçûn li Serîkaniyê berdewam bûne û şervanên HSDê di sê bereyan da bi tundî bersiva êrîşkeran dane.
Li gorî rapora malpera Sibeyê, Êvara roja Sêşemiyê heta berbanga Çarşemiyê artêşa Tirkiyê hevrê digel komên çekdar ên pêre ji sê aliyan va êrîşî ser Serîkanî û derdorê kirin.
Bi awayekî ku li navçeya pêşeyî û Hewarne li rojhilata Serîkaniyê û li rêya Til Temer heta sînorê Tirkiyê li rojava û li bakurê bajêr jî şerên tund hatine kirin.
Çavkaniyên nûçeyan dibêjin ku komên çekdar ên ser bi Tirkiyê di vê êrîşê da hemî hêza xwe bi kar anîne, lê hemî êrîş ji aliyê şervanên HSDê va hatine têkşikandin.