UNICEF: 70 hezar zarok ji ber êrişên dewleta Tirkiyê aware bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309343-unicef_70_hezar_zarok_ji_ber_êrişên_dewleta_tirkiyê_aware_bûn
Sandiq Zaroka a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) derheq zêdebûna şer û pevçûnan li bakura Sûriyê nîgeraniya xwe diyar kir û ragihand ku ji ber şerê dewleta Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê zêde ji 70 hezar zarok aware bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 15, 2019 09:47 Asia/Tehran
  • UNICEF: 70 hezar zarok ji ber êrişên dewleta Tirkiyê aware bûn

Sandiq Zaroka a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) derheq zêdebûna şer û pevçûnan li bakura Sûriyê nîgeraniya xwe diyar kir û ragihand ku ji ber şerê dewleta Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê zêde ji 70 hezar zarok aware bûne.

Li gor nûçeya CNN, UNICEFê duh li raporekê heyf û xemgîniya xwe ji ber awarebûna bi dehan hezar zarokên bakura Sûriyê ji ber şerên dewleta Tirkiyê diyar kir û ragihand ku di van rojên dawiyê zêde ji  70 hezar zarok aware bûne û herî kêm 4 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 9 zarok jî birîndar bûne.

Rayedarekî vê rêxistin ji nûçegihanan re got: Serokomarê Tirkiyê Erdogan li dema axivtina xwe li Civîna Civata Giştî ya NY ji bo ku xwe piştgirê mirovaniyê nîşan bide fotoya Aran Kurdî zarokê kurd ê ku di behra Sipî xeniqî bû rakir û got dinya divê Aran ji bîr neke. Lê niha dinya bi çavên xwe dibîne ew çi tîne ser zarokan.

UNICEFê herwiha ragihand ku ev rêxistin ji gişt aliyan dixwaze ji ber berdewamiya şer û pevçûnên giran haya wanji zarokan hebe û canê zarokên bêpena biparêzin, herwiha divê gişt aliyên şêr nexweşxane, binavahiyên sivîl û neleşkerî ji bo hedefên leşkerî bikar neyînin û wan biparêzin, çûnku eva bandorê li jiyana sivîlan bi taybet zarokan dike.