HSD: Hemî êrîşên Tirkiye û çeteyan li ser Serêkaniyê têk çûn
Çirî 14, 2019 06:41 Asia/Tehran
HSDê ragihand: Şeva çûyî hemî êrîşên Tirkiye û çeteyên tundrê li ser bajarê Serêkaniyê têk çûn.
Li gorî rapora Sibeyê, Berbanga îro anku Duşemiyê Hêzên Sûriya Dêmokratîk bi daxuyaniyekê ragiahnd ku di heyama du şevên çûyî da artêşa Tirkiyê û çekdarên komên tundrê yên ser bi wî welatî, êrîşên xwe li ser Serêkaniyê domandin, lê hemî êrîşên wan têk çûn.
HSD ragihand: Hevdem digel êrîşa zemînî, firokeyên şêrr û topxaneya Tirkiyê bê rawestan navçe dane ber êrîşê û şervanên HSDê jî wek bersiv sê tank û zirîpûşeke wan rûxandine û 27 çekdarên komên ser bi artêşa Tirkiyê jî kuştine û gellek birîndar kirine.