HSD'ê naveroka lihevkirina digel dewleta Sûriyê weşand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309299-hsd'ê_naveroka_lihevkirina_digel_dewleta_sûriyê_weşand
Rêveberiya Kurdên bakurê Sûriyê lihevkirinameyek digel dewleta Sûriyê jibo bicîbûna artêşa Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê wajo kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 14, 2019 05:11 Asia/Tehran
  • HSD'ê naveroka lihevkirina digel dewleta Sûriyê weşand

Rêveberiya Kurdên bakurê Sûriyê lihevkirinameyek digel dewleta Sûriyê jibo bicîbûna artêşa Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê wajo kir.

Li gorî rapora malpera Sibeyê, Di vê daxuyaniyê da Rêveberiya Kurdên Sûriyê ragihand ku projeya wan bo cudabûna ji Sûriyê bi tu awayî siyasî nebûye, belku heta niha ewna daxwaza gotûbêj  ûçareseriya qeyrana Sûriyê bi awayekî aştiyan edikin.

Di vê peyamê da her wiha hatiye: Em digel hikûmeta Sûriyê li hev hatine ku erka parastina welêt bigire ustiyê xwe û serweriya Sûriyê biparêze.

Li gorî vê lihevkirinê, artêşa Sûriyê dê di dirêjahiya sînorê Tirkiyê bi cî bibe jibo piştevaniya ji hêzên Sûriya Dêmokratîk sa wêdadayîna dagîrkerên tirk û azadkirina navçeyên ku artêşa Tirkiyê û kirêgirtiyên pêre dagîr kirine.

HSD'ê her wiha got: Ev lihevkirin dê hewilek bibe bo azadkirina hemî navçeyên din ên Sûriyê ku pêştir ji aliyê artêşa Tirkiyê va hatine dagîrkirin, wek Efrîn û hemî bajar û bajarokên din ên Sûriyê.

Di dawiya vê daxuyaniyê da, agahdarî bo hemî pêkhate û nijyarên bakur û bakurê rojhilata Sûriyê nemaze navçeyên sînorî hatiye şandin ku bicîbûna artêşa Sûriyê bi rêya hevahengî û rêketina digel Rêveberiya xweser a bakur û bakurê rojhilata Sûriyê û HSDê bûye.