HSDê gef li Amerîkayê xwar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309296-hsdê_gef_li_amerîkayê_xwar
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) got: Heke Amerîka tu karekî jibo rawestandina destdirêjiya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê û piştevaniya ji Kurdan neke, Kurd dê bi Rûsiye û hikûmeta Sûriyê ra bibin hevpeyman.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 14, 2019 04:38 Asia/Tehran
  • HSDê gef li Amerîkayê xwar

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) got: Heke Amerîka tu karekî jibo rawestandina destdirêjiya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê û piştevaniya ji Kurdan neke, Kurd dê bi Rûsiye û hikûmeta Sûriyê ra bibin hevpeyman.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, Mezlûm Kobanî Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) di hevdîtina bi Wîliyam Royak Alkarê şandiy taybet ê Amerîkayê di Hevpeymaniya qaşo dijî DAIŞê ya navneteweyî da, Amerîka bi sûcê firotina Kurdan tawanbar kir û got: Rêberên Kurd dixwazin ku di pêvajoya siyasî ya Sûriyê da bi rêzgirtina li yekparçetiya axa vî welatî beşdar bibin û di dawî da bikevin bin fermana dewleta Sûriyê.

Ji aliyê din va televîziyona dewletî ya Sûriyê duh anku Yekşemiyê qala derketina çekdarên amerîkî ji baregeha Cebîleyê li bakurê Reqayê kirin.

Beriya vêya Mark Spêr Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê ragihandibû ku ev welata amade ye ku derdora 1000 çekdarên xwe ji bakurê Sûriyê bibe navçeyên ewleh.

Ajansa Sputnikê jî ragihand ku çekdarên Tirkiyê û mîlîtanên girêdayî bi wan piştî serdestiya ser hin gundan li bakurê rojhilata parêzgeha Reqayê gihîştine kûrahiya 20 kîlomitriya axa Sûriyê û 6 kîlomitriya bajarê Eyn Îsayê.

Artêşa Tirkiyê ji roja Çarşemiyê va bi mehneya "Sekinîna li hemberî têrorîsmê" û "Paqijkirina sînorê Sûriye û Tirkiyê" ji hebûna mîlîtanên Kurd ku Enqere wan wek têrorîst bi nav dike, li ser fermana Erdoxana serokomarê vî welatî, destdirêjiya ser bakurê Sûriyê kiriye.

Ev destdirêjî bi Çiraya Kesk a dewleta Amerîkayê dest pê bû û tûşî şermezarkirina berfireh a navneteweyî bûye.