Kurdên Sûriyê îdia kirin ku 75 eskerên Tirkiyê hatine kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309283-kurdên_sûriyê_îdia_kirin_ku_75_eskerên_tirkiyê_hatine_kuştin
Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) îro yekşemiyê îdia kirin ku li enama pevçûnên li bajarên sînorî yên Serêkaniyê li bakurê Sûriyê, xêncî kuştina 75 eskerên Tirkiyê, 7 tankên wan jî têk birine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 13, 2019 14:17 Asia/Tehran
  • Kurdên Sûriyê îdia kirin ku 75 eskerên Tirkiyê hatine kuştin

Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) îro yekşemiyê îdia kirin ku li enama pevçûnên li bajarên sînorî yên Serêkaniyê li bakurê Sûriyê, xêncî kuştina 75 eskerên Tirkiyê, 7 tankên wan jî têk birine.

Li gorî rapora IRNA`yê, ûji zarê Sputnikê li encama van pevçûnan, 19 eskerên Tirkiyê  jî birîndar bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê duh raghand: Hêzên Tirkiyê û mîlîtanên ku ji aliyê vî welatî piştgirî dibin bi awayê tam û tekûz kontrola bajarê Serêkaniyê li derdora Hesekê girtine destê xwe lê çavkaniyên kurd ev nûçeya red kirin. 

Ji aliyê din veajansa Anadolu Newsê,ya Tirkiyê raghand: Artêşa Tirkiyê gundê Silûkê ser bi bajarê Til Ebyezê li rojhilata çemê Firatê ji kontrola komên kurd yên YPG derxistiye. 

Anadolu Newsê her wiha raghand: Artêşa Tirkiyê tev Artêşa Azad a Sûriyê pêşdeçûnên xwe û azadkirina navçê nû ji lepên terorîstan didomînin. 

Di hemne demê de, Wezareta Berevaniyê ya Tirkyê jî îdia kir  ji destpêka êrişa vî welatî ser bakurê Sûriyê zêde ji 400 kes ji mîlîtanên kurd hatine kuştin. 

Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê 9 Cotmehê bi fermî operasyona  qaşo`` kaniya aşitiyê`` bo êrişa ser navçên bakuriye Sûriyê da. 

 Tirkiye armanca vê êrişê, êrişa ser hêzên YPG û PKK nasiyar bi PKK û DAIŞ`ê raghandiye.