Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê xwes Tirkîye êrişa ser Sûrîyê rawestîne
Çirî 13, 2019 13:16 Asia/Tehran
Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê xwes Tirkîye êrişa ser Sûrîyê rawestîne û hemî imkanên ometa islamê jibo azadkirina Filistînê bên seferberkirinê.
Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê di daxûyanîyekê da ``gotûbêj`` rêya herîbaş a çareserkirina meseleyên herêmê zanî û xwest ku êrişa Tirkîyê ser Sûrîyê bê rawestandinê.
Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê di wê daxûyanîyê de Tirkîye jibo rawestandina opêrasyona dijî bakur û rojhilata Sûrîyê vexwend û pêgirî ser piştgirîya ji parastina yekperçetîya axa Sûrîyê kir.
Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê pêgirî kir: Gotûbêj rêya herîewleh jibo kokbirrkirina fitnê û parastina tifaqa erebî û islamî himberî wan meseleyan e ku herêm pêrgî wan bûye.