Hevserokê TEV-DEM li Herêma Kurdistanê: Li hemî bereyan komkujî pêk hatîye
Hevserokê Tevgera Civaka Dêmokiratîk (TEV-DEM) ragihand ku li Qamişlo, Serêkanî û nêzîkî Kobanî û Serêkanîyê û hemî şarên ser sînor ku ketine ber topbaran û bombebaranên Arêtşa Tirkîyê, komkujî pêk hatîye.
Hevserokê Tevgera Civaka Dêmokiratîk Xerîb Heso ragihand ku em her roj bi Amerîkayê û hevpeymanan re di nava têkilîyê de ne û daxwaza rawestandina şêrr û parastina hewayî ya herêmê himberî balafirên cengê yên Tirkîyê dikin lê heta vê gavê wan heta vê gavê pêngavek ranekirine.
Wî herwiha got: Ya Tirkîye dike DAIŞ`ê nekarîye bike, Tirkîye nebaya DAIŞ`ê nedikarî xwe rêk bixe û komkujîyê pêk bîne, Tirkîye careka din hevkarîya DAIŞ`ê dike lê, mixabin civaka navnetewî bêdeng e.
Hevserokê TEV-DEM`ê herwiha got: Serokomarê Tirkîyê bi aşkirayî dibêje ku wî û welatên bibandor jibo êrişê lihev kirine û opêrasyon yê berdewam be û komkujîyê pêk tîne, ka yên dibêjin ku rewşa sivîlan jibo me girîng e û dilgiranê wê ne? Ka bila NY, Amerîka, YE`yê û Yekitîya Ereban werin.
Berpirsê Peywendîyên Derve yê TEV-DEM Salih Muslim jî ragihand ku Artêşa Tirkîyê çekên fosforî ku qedexekirî ne di êrişên ser bakur û rojhilata Sûrîyê de bi kar anîne.