Rêdûr Xelîl: Heke êrişên Tirkîyê bidomin, em dê nekaribin girtîyên DAIŞ`î ragirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309263-rêdûr_xelîl_heke_êrişên_tirkîyê_bidomin_em_dê_nekaribin_girtîyên_daiŞ_î_ragirin
Berpirsê Peywendiyên Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl ragihand ku bi hezaran çekdarên DAIŞ`ê di girtîgehên HSD`ê da ne, heta roja îro me karîye wan xweyî bikin lê, bi alozbûna rewşê ewlewîyeta me guherî, parastina gel erkê me yê sereke ye ne parastina wan çekdarên DAIŞ`ê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 13, 2019 05:58 Asia/Tehran
  • Rêdûr Xelîl: Heke êrişên Tirkîyê bidomin, em dê nekaribin girtîyên DAIŞ`î ragirin

Berpirsê Peywendiyên Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl ragihand ku bi hezaran çekdarên DAIŞ`ê di girtîgehên HSD`ê da ne, heta roja îro me karîye wan xweyî bikin lê, bi alozbûna rewşê ewlewîyeta me guherî, parastina gel erkê me yê sereke ye ne parastina wan çekdarên DAIŞ`ê.

Berpirsê Peywendiyên Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl di civîneke çapemenîyê li şarê Serê Kanîyê de dîyar kir: Tirkîyê dest bi êrişa ser bakur û rojhilata Sûrîyê kirîye û wan navçana dide ber bombe, top û hawanan û jê ra welatîyên sivîl, serbaz û kesên sîyasî ferq nakin. 

Wî Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê jî tawanbar kir ku pişta xwe da HSD`ê û li ber çavê wan her roj welatîyên sivîl û şervan şehîd dibin û ew hevalbendîya bêdeng maye.

Rêdûr Xelîl herwiha got: Şervanên ku nika Tirkîye êrişî wan dike, hema ew şervana ne ku 11 hezar şehîd û 22 hezar birîndar pêşkêş kirine û paytexta DAIŞ`ê û pirranîya deverên bakur û rojhilata Sûrîyê ji lepên wê koma têrorîst rizgar kirine.

Berpirsê Peywendiyên Giştî yê HSD herwiha got: Nika li ber çavê xelkên cîhanê Tirkîye bi palpiştîya komên çekdar ên tundrê yên sûrî û kirêgirtîyan êrişî bakur û rojhilata Sûrîyê ku berê aramtirîn navçe û sitargehek jibo bi sedan hezar awareyên sûrî û Êzidîyên iraqî bûn dike. Me heta nika karîye rewşê kontrol bikin lê, bi alozbûna rewşê ewlewîyeta me guherî, parastina gel erkê me yê sereke ye ne parastina wan çekdarên DAIŞ`ê.   

Rêdûr Xelîl herwiha got: Em îro li hemberî du eniyan rû bi rû ne, ya yekê êrîşên Tirkiyê ya duyemîn jî êrîşên çeteyên DAIŞê ye. Ev êrişa Tirkiyê  bû sedem ku şaneyên DAIŞê geş bibin û vegerin. Em pabendî hemû rêkeftinan bûn û Hevalbendîya Navnetewî garantî da me û me hemû senger û xendek rakirin, lêbelê wan ji nişka ve hêzên xwe vekişandin em rastî xiyanetê hatin.”

Berpirsê Peywendiyên Giştî yê HSD Rêdûr Xelîl got: “Em ji Hevalbendîya Navnetewî re nabêjin leşkerên xwe ji bo alîkarîyê bişînin eniyên şêrr. Tenê esmanê bakur û rojhilata Sûrîyê ser Tirkiyê de girêdin. 

Rêdûr Xelîl eşkere kir ku heta vê gavê 45 şervanên wan şehîd bûne û derdora 100 hezar kes koçber bûne û rewşa wan pir xirab e û di encama êrîşa Tirkiyê de heta niha zêdetirî 200 sivîl bûne qurbanî ku jin û zarok di nav wan de hene.

Berpirsê Peywendiyên Giştî yê HSDê diyar kir ku Serê Kaniyê di bin kontrola wan de ye û ti taxek neketiye bin destê artêşa Tirkiyê.