Piştgiriya Emerîkayê ji dehan endamên DAIŞ`ê bona derketina ji Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309248-piştgiriya_emerîkayê_ji_dehan_endamên_daiŞ_ê_bona_derketina_ji_sûriyê
Hevgavê operasyona Tirkiyê li bakurê rojhilata Sûriyê, eskerên emerîkî bi dehan kes ji endamên biyanî yên DAIŞ`ê ji axa Sûriyê derxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 12, 2019 14:27 Asia/Tehran
  • Piştgiriya Emerîkayê ji dehan endamên DAIŞ`ê bona derketina ji Sûriyê

Hevgavê operasyona Tirkiyê li bakurê rojhilata Sûriyê, eskerên emerîkî bi dehan kes ji endamên biyanî yên DAIŞ`ê ji axa Sûriyê derxistin.

 Li gorî rapora Fars News`ê, eskerên dagirkirê emerîkî herîkêm 80 endamên biyanî yên DAIŞ`ê ji zîndana  El-Şedadî li Rîfa başûrê Hesekê li bakurê rojhilata  Sûriyê guhestin nav Iraqê. 

 Medya Sûriyê roja îniyê hin wêneyên zindaniyên DAIŞ`ê weşandin ku piştî bomebarana  zîndana  navendî ya bajarê Hesekê, ji aliyê Tirkiyê li halê revîna  ji vê zîndanê bûn.