Teqezkirina Sûriyê ser rûbirûbûna bi destdirêjiya Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309167-teqezkirina_sûriyê_ser_rûbirûbûna_bi_destdirêjiya_tirkiyê
Wezareta karên Derve ya Sûriyê ser biryara welatê xwe bona rûbirûbûna bi destdirêjiya Tirkiyê bi hemî amûrên qanûnî teqez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2019 12:00 Asia/Tehran
  •  Teqezkirina Sûriyê ser rûbirûbûna bi destdirêjiya Tirkiyê

Wezareta karên Derve ya Sûriyê ser biryara welatê xwe bona rûbirûbûna bi destdirêjiya Tirkiyê bi hemî amûrên qanûnî teqez kir.

 Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRIB News`ê, û ji zarê El-Exbariyê, Wezareta karên Derve ya Sûriyê  bi daxûyaniyekê êrişa Tirkiê ser bakurê rojhiata Sûriyê şermezar kir û hin saziyên kurdî yên şopînerê Emerîkayê berpirsê buyerên niha li vê navçê da zanîn.

  Wezareta karên Derve ya Sûriyê  di vê daxûyaniyê bal kişand  ser vê yekê ku Tirkiyê bi vê destdirjiyê derbe li hemî pêvajoya siyasî ya xwe lêxistiye û destnîşan kir: Êrişa Tirkiyê ser sînorên Sûriyê binpêkirina eşkere ya biryarnameyên konseya Ewlehiyê li gor  parastina hurmeta yeitî û hakimiyeta Sûriyê ye. 

 Piştî lihevkirina Waşengton û Enqerê bo avakirina navça ewleh li bakurê Sûriyê, dewleta Emerîkayê ku piştgiriya kurdên Sûriyê dikir, roja duşemiyê li daxûyaniyekê li bara vekişyana eskerên emerîkî ji hin meqerên eskerî  li sînorê bakurê Sûriyê bi sînorê Tirkiyê aghaî da.

 Recbe Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê jî tevî hebûna dijberiyên navneteweyî, roja şemiyê  li bara destpêbûna operasyona eskerî li bakurê Sûriyê li dijî kurdên vî welatî ku wan terorîst bi nav dike, agahî da û kelmelên eskerî yên nû şandin sînorên hevpar ên xwe bi Sûriyê re. Kurdên Sûriyê jî bona rawestana li ber êrişa muhtemel a Tirkiyê,hêz û kelûmelên eskerî şandin bakurê vî welatî.