Konseya Ewlehiya Navdewletî derbarê êrîşa Tirkiyê ser Sûriyê de dicive
Konseya Ewlehiya Navdewletî îro derbarê êrîşa Artêşa Tirkiyê ya ser bakur û rojhilata Sûriyê dicive.
Duhî Tirkiyê operasyona leşkerî li herêmên kurdî li bakur û rojhilata Sûriyê da despêkirina û firokeyên şer yên F-16 dest bi bombebarana gund û bajarên kurdên Sûriyê li rojhilatê Firatê kirin.
Piştre jî topxana Tirkiyê dest bi topbaranê kir û artêşa Tirkiyê û terorîstên di bin fermana Tirkiyê de hewl dan dest bi operasyona bejahî li Girê Sipî bikin.
Vê êrîşa Tirkiyê li ser gund û bajarên kurdên Sûriyê li rojhilatê Firatê gelek bertekên nerazîbûnê yên welatên navçeyê, Ewropa û cîhanê li pişt xwe anî û gelek welatan daxwaza rawestandina êrîşê ji Tirkiyê kir.
Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ragehand, ji encam burdûmana deverên Girê Sipî, Eyîn Îsa, Qamişlo, Dêrbasiyê, Dêrik 5 welatî û 3 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dane û hejmarek kes jî birîndar bûn.