Balafirên artêşa Tirkiyê derdora Girê Spî bombebaran dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309158-balafirên_artêşa_tirkiyê_derdora_girê_spî_bombebaran_dike
Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê di çarçova dagirkirina bakura Sûriyê û guhertina demografiya wê ya kurdî de di van demên dawiyê dîsa de derdora bajarê Girê Spî û gundên wê bombebaran dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2019 09:14 Asia/Tehran
  • Balafirên artêşa Tirkiyê derdora Girê Spî bombebaran dike

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê di çarçova dagirkirina bakura Sûriyê û guhertina demografiya wê ya kurdî de di van demên dawiyê dîsa de derdora bajarê Girê Spî û gundên wê bombebaran dike.

Bombebaran û topbarana artêşa Tirkiyê li ser hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aniha dewam dike, da ku şêniyên wê yên resen bide koçberkirin û bajar û gundan ji wan vala bike, daku koçberên nekur û ereb dewsa wan bi cih bike û demografiya wir biguherîne. 

Di vê çarçoveyê de, nûçegihanên Rudawê ji bakura Sûriyê û ji  bajarê Girê Spî ragihand ku balafirên artêşa Tirkiyêa bajarê Girê Spî jî bombebaran dike ku wer xuya dike di encamê de gelek ji xelkê sivîl bûne qurbanî.