Kirimlînê hişyarî da Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309143-kirimlînê_hişyarî_da_tirkiyê
Berdevkê Serokkomarê Rûsiyê li bara dûhatên operasyona eskerî ya Tirkiyê li Sûriyê û azadiya terorîstên DAIŞ`ê li navçên operasyonê û bi qawetbûna wan dubare li Sûriyê hişyarî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 09, 2019 14:55 Asia/Tehran
  • Kirimlînê hişyarî da Tirkiyê

Berdevkê Serokkomarê Rûsiyê li bara dûhatên operasyona eskerî ya Tirkiyê li Sûriyê û azadiya terorîstên DAIŞ`ê li navçên operasyonê û bi qawetbûna wan dubare li Sûriyê hişyarî da.

Dîmîtrî Pêskov, berdevkê serokkomarê Rûsiyê roja çarşemiyê ji nûçegîhanan re got: Azadiya terorîstên DAIŞê ji zindanên  di bin kontrola kurdan dikare  dûhatên pir neyînî hebe. Wî her wiha got: Bê şik ev meseleya dikare  pir neyînî be, lê em nizanin dê dawiya dawiyê çi biqewime. 

Hêzên artêşa Tirkiyê siba roja sêşemiyê ber bi sînorên  hevpar bi Sûriyê ve hatin şandin û Wezareta berevaniyê ya vî welatî  li bara kemlandina amadetiya Hêzên Tirkiyê bona destpêkirina êrişa eskerî ya berfireh ser bakurê Sûriyê agahî da. 

Ek berteka  li hember vê biryara Tirkiyê, Donald Trump serokkomarê Emerîkayê piştî peywendiya telefonî bi hevtayê xwe yê tirk re fermana  derketina  eskerên Emerîkayê ji Sûriyê da. 

Berdevkê serokkomarê Rûsiyê li bara îmkana  muzakira kurdên Sûriyê bi dewleta navendî ya vî welatî re got ku ev mijara pir giring e û Kirimlîn bi baldarî wê dişopîne.