Qamîşlo; kêmendamên şerê DAIŞ`ê xwepêşandan kirin
Nivîşkan û kêmendambûîyên ji ber şerê dijî DAIŞ`ê xwepêşandan kirin.
Nivîşkan û kêmendambûîyên ji ber şerê dijî DAIŞ`ê li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamşloyê dest bi xwepêşandana nerazîbûna li hemberî êrişên Tirkiyê yên li dijî bakur û rojhilata Sûriyê kirin.
Her di wê xwepêşandanê de, nameyeke nerazîbûnê radestî rêvebiriya Neteweyên Yekbûyî kirin ku tê de mixabiniya xwe arasteya civata navnetewî dikin ku wan wek gazî û birîndarên şerê li dijî DAIŞê ku ji ber tevahiya cîhanê ve ceng kiribûn û peçeyên laşên xwe wundakirin, lê niha jî Amerîka bê wefadarî li hemberî tekoşîna wan û qurbaniyên wan dike ku wê rê bide Tirkiyê tako êrişên serkutkirinê dest pê bike.
Daxwaz kirin ku aliyên peywendîdar ên civata navnetewî destêwerdanê bikin tako kareset encam nedin û binpêkirina mafên mirovan li ser kurdên Sûriyê li Bakurê Sûriyê cih neyên.