Dayra Xwebirêvebirîya Kurdên Sûriyê seferberîya giştî bona rawestana li ber Tirkiyê ragihand
Dayra Xwebirêvebirîya Kurdên bakur û rojhilata Sûriyê bona rawestana li ber gefên Tirkiyê seferberîya giştî raghand.
Li gorî rapora Fars News`ê,Dayra Xwebirêvebirîya Kurdên bakur û rojhilata Sûriyê bi weşandina daxûyaniyekê raghand bi zêdebûna gefên Tirkiyê bona êrişa ser navçên sînorî li bakur û rojhilata Sûriyê, fermana seferberîya giştî hatiye dayîn.
Dayra Xwebirêvebirîya Kurdên bakur û rojhilata Sûriyê tevî daxwaza piştgiriya ji xelkê kurd, hemî saziyan li nav û derveyî Sûriyê, NY, Emerîka, YE, Rûsiye û hemî welat, û saziyên biryarder li Sûriyê berpirsê qewimîna her cure karesata însanî li bakur û rojhilata vî welatî dan zanîn.
Li gor nûçeyeke din, şeva buhurî di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û eskerên Tirkiyê de li nêzîkî gundê El-Ezîziyê, li rojava navça stratejîk a Serê Kanîyê li derdora rojava Hesekê pevçûn derket.
Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî li bara hitmala hevkariya bi dewleta Şamê re bona rawestana li hember êrişa muhtemel a Tirkiyê ser zîvala sînorî ya bakurê Sûriyê agahî da.