Lavrov: Kurd û Sûriye divê gotûbêjê bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309127-lavrov_kurd_û_sûriye_divê_gotûbêjê_bikin
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê derbarê rewşa Kurdistana Sûrîyê de ragihand ku ew ligel wê yekê ne ku pirsgirêk bi danûstandinan bêne çareserkirin û herwiha ew berpirsên Kurd û hikûmeta Sûriyê han didin ku dest bi danûstandinê bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 09, 2019 11:48 Asia/Tehran
  • Lavrov: Kurd û Sûriye divê gotûbêjê bikin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê derbarê rewşa Kurdistana Sûrîyê de ragihand ku ew ligel wê yekê ne ku pirsgirêk bi danûstandinan bêne çareserkirin û herwiha ew berpirsên Kurd û hikûmeta Sûriyê han didin ku dest bi danûstandinê bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey lavrov pêwîst dizane ku şer li rojhilata Firatê dest pê neke û berpirsên Kurd û hikûmeta Sûriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û rewşa navçeyê, dest bi gotûbêjan bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ku ew li dijî tundûtîjiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê ne û li el wê yekê ne, ku ji bo çareserkirina vê rewşê, Kurd bi Şamê re dest bi gotûbêjan bikin û tekez kir, li ser wê mijarê ew bi pêkhateya Kurd li bakurê Sûriyê re ketine têkilîyê.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê di berdewamiya axavtina xwe de got: “Me duh daxuyaniya berpirsên fermî yên li Şamê û nûnerên Kurdan jî bihîstin, ku ew ji bo diyalogeke weha amade ne. Em ê hewl bidin bi qasî ku karibin, ji bo destpêkirina danûstendineke rasterast û bingehîn teşwîq bikin. Em hêvî dikin ku hemû lîstikvanên mezin ên derve jî piştgirîya wê yekê bikin.”

Lavrov herwiha operasyona gengaz a artêşa Tirkiyê ya li bakûrê Sûrî jî nirxand û da zanîn, ku hemû pirsgirêkên gengeşedar divê bi riya diyalogê bên çareserkirin.