Seyîd-Hesen Nesrullah: Amerîka ne cihê bawerpêkirinê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309109-seyîd_hesen_nesrullah_amerîka_ne_cihê_bawerpêkirinê_ye
Sêkrêtêrê Gişt Hizbullaha Libnanê amajeyî tenêhîştina Kurdên Sûrîyê ji hêla Amerîkayê ve kir û got ku amerîkî ne pêbendê hevpeymanên xwe ne û ne jî rêzê li rêektinaman digirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 09, 2019 05:19 Asia/Tehran
  • Seyîd-Hesen Nesrullah: Amerîka ne cihê bawerpêkirinê ye

Sêkrêtêrê Gişt Hizbullaha Libnanê amajeyî tenêhîştina Kurdên Sûrîyê ji hêla Amerîkayê ve kir û got ku amerîkî ne pêbendê hevpeymanên xwe ne û ne jî rêzê li rêektinaman digirin.

Sêkrêtêrê Gişt Hizbullaha Libnanê Seyîd-Hesen Nesrullah bi gotina vê yekê ku amerîkîyan di çirkeyekê de pişta Kurdan berdan, dîyar kir: Eva çarenûsa wan kesan e ku pişta xwe dikutin Amerîkayê.

Wî herwiha got: Her kesê ku dilê xwe bi Amerîkayê xweş bike, dê piçûk bibe.

Roja yekşemê Serokomarê Amerîkayê, Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Receb teyîb Erdogan di pêwnediyeke telefonî de, têkildarî rewşa Sûriyê bi giştî û mijara navçeya aram gotûbêj kirin.

Piştî vê pêwendiya telefonî, Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragihand, Tirkiye dê di demek nêzîk de êrişekê li dijî bakura Sûrîyê pêk bîne û destîşan kir, ku ew ji bo vê êrîşa Tirkiyê ne dibin alîkar û ne jî dibin asteng.

Piştî daxuyaniya Koşka Spî, hêzên Amerîkî ji binkeyên xwe yên li Serê Kaniyê û Girê Spî vekişiyan.