NY dilgiranîya xwe derbarê alûgurên bakura Sûrîyê de nîşan da
Berdevkê Sêkrêtêrê Gişt NY dilgiranîya xwe derbarê alûgurên bakura Sûrîyê de nîşan da û pêgirî kir ku qeyrana wî welatî bi hîç bijareyeke leşkerî çareser nabe.
Berdevkê Sêkrêtêrê Gişt NY Stêfan Ducarîk amajeyî alûgurên bakura Sûrîyê kir û got: Sêkrêtêrê Gişt nY bi dilgiranîyeke berfire daxûyanîyên vê dawîyê yên derbarê bakura Sûrîyê de dişopîne. Nemaze xetera ku ji ber êrişên ihtimalî dê sivîlan bigirin ber xwe.
Wî herwiha got: “Em amadekariyan jibo rewşa herîxerab dikin.”
Berdevkê Sêkrêtêrê Gişt NY herwiha ragihand: “Eger Tirkiye operasyoneke leşkerî encam bide, ji bo girtina rê li ber koçberbûna sivîlên li bakurê Sûriyê em bang li aliyan dikin. Netewên Yekgirtî derbarê navçeyên aram de azmûneke biêş heye.”
Stêfan Ducarîk ragihand ku ew planeke hawarçûnê ji bo xelkê ku dê ji cih û warên xwe aware û derbider bibin amade dikin û diyar kiriye, “Eger pêdivî pê hebe, divê alîkariya qût û dermîn bê kirin.”