Feysel Miqdad: ''Em nahêlin bihosteke axa Sûrîyê bê dagirkirinê''
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309105-feysel_miqdad_''em_nahêlin_bihosteke_axa_sûrîyê_bê_dagirkirinê''
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê wek berteka himberî biryara dewleta Tirkîyê jibo êrişa ser rojhilata Firatê pêgirî kir ku Şam rê nade bihosteke axa wê were dagirkirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 09, 2019 04:23 Asia/Tehran
  • Feysel Miqdad: ''Em nahêlin bihosteke axa Sûrîyê bê dagirkirinê''

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê wek berteka himberî biryara dewleta Tirkîyê jibo êrişa ser rojhilata Firatê pêgirî kir ku Şam rê nade bihosteke axa wê were dagirkirinê.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê Feysel Miqdad got: ''Heke Tirkîye dest bi dagirkerîyê bike, Şam dê hemî axa Sûrîyê biparêze û qet qebûl nake ku bihosteke axa vî welatî were dagirkirinê, kesên din jî bila xwe nevêjin belayê, çinku em dikarin xwe û gelê xwe biparêzin.''

Wî derbarê birrîna alîkarîyên Amerîkayê bo hêzên Kurd ên sûrî û vekişîna wan ji deverên sînorî de jî got: ''Me bi caran di vî warî de hişyarî daye û me gotîye ku her kesê xwe bavêje himbêza bîyanîyan, ew bîyanî dê rojekê pişta xwe bidê û nika ew yeka qewimîye.''

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê got: ''Himbêza welêt ser zarokên wê de vekirî ye. Em dixwazin hemî pirsgirêkên Sûrîyê bi rêyên erênî, aştîyane û dûrî şîdetê bên çareserkirinê lê bi şêwazekê ku bihosteke axa Sûrîyê nekeve destê bîyanîyan.''