Fermandarê HSD : Eger Amerîka ji Sûriyê derkeve, emê bi Şamê re gotûbêjê bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309094-fermandarê_hsd_eger_amerîka_ji_sûriyê_derkeve_emê_bi_Şamê_re_gotûbêjê_bikin
Bedran Çiya Kurd fermandarl Hêzên Sûriya Demokratk (HSD) bal kişande ser derketina hêzên amerîkî ji bakûra Sûriyê û ragihand: Eger Amerîka ji Sûriyê derkeve, emê bi Şamê re gotûbêjê bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 08, 2019 14:48 Asia/Tehran
  • Fermandarê HSD : Eger Amerîka ji Sûriyê derkeve, emê bi Şamê re gotûbêjê bikin

Bedran Çiya Kurd fermandarl Hêzên Sûriya Demokratk (HSD) bal kişande ser derketina hêzên amerîkî ji bakûra Sûriyê û ragihand: Eger Amerîka ji Sûriyê derkeve, emê bi Şamê re gotûbêjê bikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, Bedran Çiya Kurd fermandê HSDê li gotinên xwe bal kişande ser derketina hêzên amerîkî ji bakûra Sûriyê û ragihand: Eger hêzên amerîkî ji  Sûriyê û bitaybet ji bakûra Sûriyê derkevin, em neçar dibin li ser hemû bijare û alternatîvên ber destê xwe bifikirin.

Wî got: Eger Amerîka ji bakûra Sûriyê derkeve , em neçar in bona girtina pîşiya êrişa Tirkiyê ser axa xwe, bi aliyên rûsî yan sûrî re gotûbêjê bikin.

Pêştir jî kurdên Sûriyê û dewleta Şamê bicaran bi hevra rûniştibûne ser maseya gotûbêjê û heta nexşerêyek jî hatibû diyarkirin, lê ji ber pêgîriya kurdên Sûriyê ser rêveberiya xweser li bakûr û bakûra rojhilata Sûriyê ku dewleta Şamê ew qebûl nekiribû, ev gotûbêjên hanê bê encam man.