Feysel Miqdad: Amerîka rastî işkestê hatiye bila Tirkiye xwe navêje vê meydana jinavçûnê
Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê li bara operasiyona muhtemel a Tirkiyê li bakûra Sûriyê got: Gelê Sûriyê ji axa xwe berevaniyê dikin û bila Tirkiye xwe navêje talukeû qopiyê.
Feysel Miqdad alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê li gotûbêja xwe ya tev rojnameya El-Weten bal kişande ser viya ku gelê Sûriyê qet qebûl naken bostek ji axa wan dagîr bibe û got: Dewleta Sûriyê dixebite pirsgirêkên welêt bi curekî erênî û dûr ji şidetê çareser bike.
Wî li bara paşdakişyana Amerîka ji bakûra Sûriyê jî got: Amerîka roja îro li hemû cîhanê rastî têkçûnê hatiye û pilanên vî welatî çi li Kendava Farsê, çi li Afrîqa, Asiya û çi jî li rikeberiya tev Çîn û Rûsiyayê bê encam mane.
Şamê bicaran operasiyona eskerî ya Tirkiyê ser axa Sûriyê dagîrkerî daye zanîn û ev yeka şermezar kiriye.