HSD: Me hêzên xwe li ser sînor bicih kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309081-hsd_me_hêzên_xwe_li_ser_sînor_bicih_kirin
Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyê Demokratîk (HSD) Mistefa Balî diyar kir ku ew ji ber despêbûna muhtemel a operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê bo ser herêmên kurdan li Sûriyê yênbakur û rojhilata vî welatî ketine amadetiyê û got ku ewê bi hemû derfetên xwe bersiva êrişên Tirkiyê bidin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 08, 2019 09:10 Asia/Tehran
  • HSD: Me hêzên xwe li ser sînor bicih kirin

Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyê Demokratîk (HSD) Mistefa Balî diyar kir ku ew ji ber despêbûna muhtemel a operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê bo ser herêmên kurdan li Sûriyê yênbakur û rojhilata vî welatî ketine amadetiyê û got ku ewê bi hemû derfetên xwe bersiva êrişên Tirkiyê bidin.

Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûriyê Demokratîk Mistefa Balî got, piştî vekişîna hêzên Amerîkayê, hêzên wan li ser sînor ketine rewşa amadetiyê û eşkere kir, eger Tirkiye dest bi êrîşan bike, wê metirsiyeke cidî çêbike.

Mistefa Balî dibêje eger Tirkiye operasyonekê bibe ser kurdên Sûriyê dibe ku hêzên Rûsya, Sûriyê jî êrîşî herêmê bikin û DAIŞ jî dest bi liv û tevgerê bike.

Balî herwiha got: “Gefên Tirkiyê êdî ketine qonaxeke nû û gelê me yê bakura Sûriyê weke Kurd, Suryan, Aşûrî û Ermen rûbirûyê metirsiya komkujiyan dibe. Bêguman hêzên me jî niha li ser sînor cihên xwe girtine. Em erkdar in parastina gelê xwe bikin.”

Berpirsê Ragihandina HSDê derbarê pirsgirêkên muhtemel ji ber êrişa Tirkiyê jî got: “Krîza li Sûrî dê kûrtir bibe û rê li ber çareseriyê were girtin. Ji wê zêdetir dibe hêzên Rûsya û Sûriyê ji vê krîzê sûde werbigirin û êrîşî herêmê bikin. Herwiha dibe ku DAIŞ jî sûdê werbigire êrişî hinek herêman bike weke girtîgehên di destê me de.”

Koşka Spî îro daxuyaniyek belav kir û têde ragihandiye, di demeke nêzîk de Tirkiye operasyoneke serbazî li bakurê rojhilatê Sûriyê dest pê dike û hêzên Amerîkayê ji operasyonê re nedibin ansteng û nedibin alîkar.