Graham: Biryara Trump karesat e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309074-graham_biryara_trump_karesat_e
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham dibêje, bi vekşandina Hêzên Amerîka ji Sûriyê, DAIŞ carek din serî hildide. Wî gef li Tirkiyê jî xwariye ku heke êrişî ser kurdan bike wê bikeve ber boykotên Waşîngtonê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 08, 2019 07:13 Asia/Tehran
  • Graham: Biryara Trump karesat e

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham dibêje, bi vekşandina Hêzên Amerîka ji Sûriyê, DAIŞ carek din serî hildide. Wî gef li Tirkiyê jî xwariye ku heke êrişî ser kurdan bike wê bikeve ber boykotên Waşîngtonê.

Lindsey Graham, di zencîrek twittan de ragihand, ku biryara Serokomarê Amerîkayê Trump ji bo vekşandina Hêzên Amerîkî ji Sûriyê karesatek mezin li pey xwe ve tîn e û pêwendiyên Tirkiyê û Kongrêsa Amerîka têk dide û Kongere wê bi dengeke zêde boykotên li dijî Tirkiyê bipejirîne.

Lindsey Graham herwih beşdarî televizyona CNNê bû û di weşana zindî da aşkere kir ku heger Tirkiye dest bi operasyonê bike wê hewl bidin Tirkiyê ji NATOyê derxin û ew êrîşa li ser hêzên hevpeymanên wan qebûl nakin.

Graham nivîsandiye, ku ev biryar a Trump, kurdan neçar dike bibin hevpeymanê Esed. Herwiha Graham tekez jî kir, ku projeyaseyek li dijî vekşandina Hêzên Amerîkî ji Sûriyê amade dikin.

Trump vê dawiyê li Hevpeyvîna bi serokomarê Tirkiyê Erdogan re biryar da hêzên Amerîkayê ji bakura Sûriyê bikişne derve, da ku destê Erdogan li êrişa ser kurdan vekirî bibe. Trump di çarçova pînekirina vê biryara xwe de  li Twitterê nivîsiye: Dema vê yekê ye ku Amerîka xwe ji şerên bêdawî li Rojhilata Navîn bikişîne derve.

Kurdên Sûriyê niha dibêjin Amerîka li wan xiyanet kir û Trump wek peymanşikên da zanîn.