Xerîb Heso: ''Erdogan biryara şêrr û komkujîyê daye''
Hevserokê Tevgera Civaka Dêmokiratîk (TEV-DEM) ragihand ku Serokomarê Tirkîyê biryara şêrr û komkujîyê li bakur û rojhilata Sûrîyê daye.
Hevserokê Tevgera Civaka Dêmokiratîk (TEV-DEM) Xerîb Heso di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a Firatê de amajeyî gef û xeterên êrişa dewleta Tirkîyê ser bakur û rojhilata Sûrîyê kir û pêgirî kir ku em dê himberî wan gef û êrişana bisekinin.
Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan duh di civîneke çapemenîyê de ragihand ku amadekarîyên jibo destpêkirina opêrasyona Firatê bi dawî hatine û fermanên pêwîst di vî warî de dane.
Xerîb Heso herwiha got: ''Ligorî qanûnên navnetewî Erdogan cinayetan dike û dixwaze komkujîyê bi rê bixe, hêzên navnetewî û hikûmeta Sûrîyê pêwîst nezanîn ku qanûnên navnetewî bînin bîra dewleta Tirkîyê, ji ber hindê Erdogan hedê xwe derbas dibe û biryara komkujîyê dijî gelê Kurd û gelên bakur û rojhilata Sûrîyê daye.''
Hevserokê TEV-DEM`ê pêgirî ser berxwedana gelên bakura Sûrîyê himberî êrişî û dagirkerîyan kir û got: ''Gelên wê herêmê dê bi çalakî û sîyasetê himberî dagirkerîyan bisekinin û xwe biparêzin lê civaka navnetewî bêdeng e, ser vî esasî pêwîst e her kes bizane ku em dê berevanîya xwe bikin, gelên herêmê di nav gemîyekê de ne, lewma em bi yekdengîyê xwe diparêzin.''