Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 22 hemwelatiyên kurd ji gundekî Efrînê revandin
Grubên çekdar bi piştevaniya artêşa Tirkiyê bi otomobîlên zirîpoş bi ser gundekî Efrînê li bakura rojavayê Sûriyê de girtin û zêde ji 22 gundî revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, roja 4ê vê mehê gruba çekdar a bi navê Polîsê Leşkerî û hêzên artêşa Tirkiyê bi otomobîlên zirîpoş bi ser gundê Kurzêlê yê ku li 5 Kîlometriya başûrî rojhilatê Efrînê de ye girtin, dorpêç kirin û dest bi revandina gundiyên kirin.
Wê rêxistina mafên mirovan navên hemû kesên revandî yên hatine naskirin jî belav kir.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û Grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an ve, ta niha bi hezaran welatiyên Efrînê hatine revandin û gelek ji wan jî hatine şikencekirin û kuştin, tenê di meha bûrî 127 welatiyên Efrînê ji aliyê çekdaran ve hatibûn revandin.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bê sedem û bihane welatiyên Efrînê direvînin, eşkence didin û pereyan jê distînin, ew neçar bibin û dest ji xaka xwe berdin û koçber bibin.