Rêveberiya bakura Sûriyê bang li Amerîka û Ewropayê kir pêşiya êrişên Tirkiyê bigirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309000-rêveberiya_bakura_sûriyê_bang_li_amerîka_û_ewropayê_kir_pêşiya_êrişên_tirkiyê_bigirin
Rêveberiya bakura Sûriyê bang li Amerîka, NY û Yekitiya Ewropayê kir pêşiya êrişa Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê û rojhilata Firatê bigirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 06, 2019 07:24 Asia/Tehran
  • Rêveberiya bakura Sûriyê bang li Amerîka û Ewropayê kir pêşiya êrişên Tirkiyê bigirin

Rêveberiya bakura Sûriyê bang li Amerîka, NY û Yekitiya Ewropayê kir pêşiya êrişa Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê û rojhilata Firatê bigirin.

Rêveberiya bakura Sûriyê li ser gefên Tirkiyê yên li ser kurdên Sûriyê û rojhilata Firatê daxuyaniyek belav kir û ragihand, êrişa Tirkiyê li dijî bakûrê Sûriyê û kurdên vî welatî li  rojhilata Firatê dê bibe firsenda aktîfbûna teror û DAIŞê.

Di daxuyaniyê de bang li NY, Amerîka, Yekitiya Ewropayê û saziyên navdewletî hatiye kirin pêşiya êrişa dagîrkerî ya Tirkiyê bigirin ji ber ku êrişa Tirkiyê dê bibe sebeba xopanî û malwêraniyê.

Rêveberiya bakura Sûriyê di dûmahîkê de hişyarî daye û ragihandiye, eger Tirkiye êriş bike ewê bersiv bidin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh li Enqera paytexta wî welatî derbarê operasyonekê bo ser bakura Sûriyê û kurdên vî welatî li rojhilata Firatê  got ku wan hemû amadekariyên xwe pêk anîne, fermanên pêwîst dane û diyar kir, “Operasyon bi qasî îro an sibê nêzîk e.”