Teqîna hevdem a bombeyan li Cerablus û Baba Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308991-teqîna_hevdem_a_bombeyan_li_cerablus_û_baba_sûriyê
Di encama sê êrişên hevdem de li deverên dagîrbûyî yên bakura Sûriyê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û terorîstên ser bi wê, çepre û pêgehên terorîstên bi navê Artêşa Sûriya Azad bûn hedefa êrişan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 06, 2019 06:04 Asia/Tehran
  • Teqîna hevdem a bombeyan li Cerablus û Baba Sûriyê

Di encama sê êrişên hevdem de li deverên dagîrbûyî yên bakura Sûriyê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û terorîstên ser bi wê, çepre û pêgehên terorîstên bi navê Artêşa Sûriya Azad bûn hedefa êrişan.

Kurdpressê ragihand: li gor lêzanînên ketine dest ji aliyê çavkaniyên herêmî, sê êriş li dij pêgehên Artêşa Sûriya Azad li devera operasiyona dagîrkerî ya Mertala Firatê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û terorîstan ve ew dever dagîr bûne, pêk hatin û gelek xisarên canî û malî li çekdarên ser bi Tirkiyê ketin.

KRDnewsê li malpera xwe nivîsiye: Serê ewil motor sîkleteke bombebarkirî li devera Qibasîn El-Bab teqiya ku hevdemê wê bombeke din jî li Çûban Bey Elbabê hat teqandin. çend deqîqan piştî van êriûn bombeyî hat ragihandin ku li navenda Cerablusê jî bombek teqiya.

tê ragihandin ku di encama van teqînan 12 kes li El-babê birîndar bûn û 16 kesên din jî li Cerablusê.

Heya niha ti komekê berpirsatiye van teqînan nekişandine ser xwe.