Erdogan derbarê Efrînê û du bajarên din ên Sûriyê de biryarek da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308945-erdogan_derbarê_efrînê_û_du_bajarên_din_ên_sûriyê_de_biryarek_da
Bi biryara Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan, Tirkiye li bajarê Efrînê û herwiha herdu bajarên Eizaz û El-Babê yên Sûriyê zanîngehan vedike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 04, 2019 11:31 Asia/Tehran
  • Erdogan derbarê Efrînê û du bajarên din ên Sûriyê de biryarek da

Bi biryara Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan, Tirkiye li bajarê Efrînê û herwiha herdu bajarên Eizaz û El-Babê yên Sûriyê zanîngehan vedike.

Li gor vê biryarê, ku roja Pêncşemê 3ê Cotmehê li rojnameya fermî ya Tirkiyê hatiye weşandin, li sê bajarên Efrîn, Eizaz û El-Babê şaxên Zanîngeha Dîlokê tên vekirin.

Di biryara hejmar 1616 a Serokatiya Komara Tirkiyê de, hatiye gotin, ku biryar hatiye dan, li El-Babê Fakulteya Aborî û Beşên Îdarî, li Eizazê Fakulteya Zanistên Îslamî û li Efrînê Fakulteya Perwerdeyê, yên ser bi Zanîngeha Dîlokê bêne damezrandin.

Li gor rojnameya fermî ya Tirkiyê, di biryarê de hatiye ku li gor madeya 30 ji Yasaya Teşkîlata Saziyên Xwendina Bilind a hejmar 2809 û herwiha madeya 39 a ji  Yasaya Xwendina Bilind, damezrandina wan fakulteyan li Efrîn, Eizaz û El-Babê pêwîst hatiye zanîn.