Tirkiyê û Amerîkayê gerreçavdêrîya hevbeş a sêyem li bakura Sûrîyê destpê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308944-tirkiyê_û_amerîkayê_gerreçavdêrîya_hevbeş_a_sêyem_li_bakura_sûrîyê_destpê_kirin
Hêzên Tirkiyê û Amerîkayê îro di çarçoveya plana navçeya aram de, gerreçavdêrîya hevbeş a sêyem a bejayî li bakura Sûrîyê destpê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 04, 2019 11:19 Asia/Tehran
  • Tirkiyê û Amerîkayê gerreçavdêrîya hevbeş a sêyem li bakura Sûrîyê destpê kirin

Hêzên Tirkiyê û Amerîkayê îro di çarçoveya plana navçeya aram de, gerreçavdêrîya hevbeş a sêyem a bejayî li bakura Sûrîyê destpê kirin.

Gerreçavdêrîya hevbeş a sêyem a bajayî ya hêzên Amerîka û Tirkiyê îro li sînorê bajarê Girê Spî destpê bû.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî bi daxuyaniyekê ragihand, îro  gerreçavdêrîya hevbeş a sêyem a bejayî ji aliyê hêzên wan û yên Amerîkayê ve li sînorê navçeya aram hat encamdan.

Li gorî heman daxuyaniyê, ji bilî gerreçavdêrîya hevbeş a bejayî, balafirên bê pîlot jî li esmanên wê navçeyê firiyane û çavdêriya navçeyê kirine.

Di çarçoveya avakirina navçeya aram de, roja Sêşemî 24ê Îlonê hêzên Amerîka û Tirkiyê duyemîn gerreçavdêrîya hevbeş a bejayî li rojhilatê bajarê Girê Spî lidarxistibûn.