Artêşa Sûrîyê leşker şandin parêzgeha Dêrezorê
Çirî 03, 2019 15:07 Asia/Tehran
Çavkanîyên nûçan ragihandin ku Artêşa Sûrîyê leşker û alavên leşkerî şandin parêzgeha Dêrezorê.
Ligorî rapora Kanala Nûçan a Al Alamê, ew hêz û alavên leşkerî bi merema pişkdarîya di meşqên hevpar ên Îran, Ûrsêt û Sûrîyê li rojavaya parêzgeha Dêrezorê de hatine şandinê.
Eva yekem car e ku Îran, Sûrîye û Ûrsêt manovrê li rojhilata Sûrîyê lidar dixin û dê çend rojan bidome.
Rojnama Al Wetenê jî ragihand ku ew meşqa hevpar dikare peyamek ji hêla Şamê ve bo Kurdan be ku rewşa rojhilata Firatê dê wiha nemîne.