Financial Times: Tirkiye li dû derxistina kurdan ji bakurê Sûriyê ye
Kovara Financial Times armanca sereke ya Tirkiyê ji destwerdana li bakurê Sûriyê guherîna pêkhateya nifûsê li navçên kurdnişîn ên vî welatî da zanîn.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, dewleta Tirkiyê ji salekê berî niha va nêzîkî 80,000 hêz û alavên giran ên eskerî li sînorên wî welatî û Sûriyê bi cih kirine. Aliyê din ê sînor, navçên bin kontrola kurdên Sûriyê ye ku nêzîkî yek çaran a axa Sûriyê pêk tîne.
Tirkiyê gef xwariye ku bi êrişê dixweze hêzên kurd ên Sûriyê ji zîvala sînorî ya Sûriyê bi Tirkiyê re paşde bide û nêzîkî 3 milyon awareyên Sûrî ku piraniya wan erebên deverên din ên Sûriyê ne li vê zîvala sînorî niştecih bike.
Kovara Financial Times li raporekê ku li bara rewşa niha ya Sûriyê weşandiye li bara nêtên sereke yên Tirkiyê û serokkomarê vî welatî têkildarî êrişa wî welatî ser kurdên Sûriyê hişyarî daye.
Financial Times`ê nivîsî: Armanca rastîn a Receb Teyib Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê jinavbirina îdara xwerêvebir a kurdan li bakurê Sûriyê ye ku kurdan bi piştgiriya Emerîkayê û di encama şerê çendsalî li hember DAIŞ`ê pêk anîne.
Vê kovarê her wiha nivîsiye: Armanca cihanîna vê planê derxistina kurdan ji vê navçê û tijîkirina cihê wan bi awareyên ereb ên sune ji navçên din ên Sûriyê ye ku li Tirkiyê dijîn. Tirkiye li dû guherîna dêmogirafîya bakurê Sûriyê ser zirara kurdan e.
Financial Times'ê her wiha hişyarî daye ku Tirkiye hema bi vê meremê, zirhpoş û tîma gîhandina alîkariyên pizîşkiyê li sînorê vî welatî bi Sûriyê re bi cih kirine.