Rûsiyê sîstema S-500 li axa Sûriyê ceribad
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308867-rûsiyê_sîstema_s_500_li_axa_sûriyê_ceribad
Ceribandina sîstema nifşa nû ya berevaniya mûşekî ya S-500 ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ve li axa Sûriyê serketî cih hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 02, 2019 12:38 Asia/Tehran
  •  Rûsiyê sîstema S-500 li axa Sûriyê ceribad

Ceribandina sîstema nifşa nû ya berevaniya mûşekî ya S-500 ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ve li axa Sûriyê serketî cih hat.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, ceribandina sîstema nivşa nû ya berevaniya mûşekî ya S-500 ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ve li axa Sûriyê serketî cih hat.

 Li gorî nivîsa rojnama Izvestiya a Rûsiyê û li gor lêzanînên bidesthatî ji çavkaniyên ser bi pêşeyên  berevaniya vî welatî, ceribandina  sîstema berevaniya mûşekî ya S-500ê li Sûriyê tevî hebûna  hin kêmasiyên  teknîkî ku demlidest hatin çareserkirin, serketî cih hat.

 Sergeyî Şoygo, wezîrê berevaniyê yê Rûsiyê li axiftinekê bal kişand ser vê ceribandinê û got: "Sîstema  S-500ê ji sala 2020an dê derbasî nav artêşa  Rûsiyê bibe û artêş dê bi vê sîstemê pergal bibe."