Navenda Hevahengiya Rûsiyê li Sûriyê daxwaza derketina hêzên amerîkî ji vî welatî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308856-navenda_hevahengiya_rûsiyê_li_sûriyê_daxwaza_derketina_hêzên_amerîkî_ji_vî_welatî_kir
Navenda Hevahengiya Rûsiyê li Sûriyê ji Amerîkayê xwest ku dawî li hebûna xwe ya leşkerrî li Sûriyê bîne û herî zûtir hêzên xwe ji vî welatî derxîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 02, 2019 05:51 Asia/Tehran
  • Navenda Hevahengiya Rûsiyê li Sûriyê daxwaza derketina hêzên amerîkî ji vî welatî kir

Navenda Hevahengiya Rûsiyê li Sûriyê ji Amerîkayê xwest ku dawî li hebûna xwe ya leşkerrî li Sûriyê bîne û herî zûtir hêzên xwe ji vî welatî derxîne.

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Meyadînê, Navenda Hevahengiya Rûsiyê li Sûriyêroja Sêşemiyê bi daxuyaniyekê, yekparçebûna dubare ya hemî navçeyên Sûriyê û paqijbûna vî welatî ji hebûna têrorîstan girêdayî bi derketina tam a çekdarên amerîkî ji Sûriyê da zanîn.

Vê navendê di daxuyaniya xwe da ragihand ku hewildanên jibo derxistina awareyên sûrî ji kampa Rekbanê ji ber astengîderxistina aliyê amerîkî serê xwe negirt û Waşîngton di vî warî da durû ye.

Li pey pejirandina bernameya NY ji aliyê Şamê va bona derketina xwebexş a awareyên Kampa Rekbanê û bi hewildanên Rûsiye û Sûriyê, derdora 18 hezar awareyan ku nîvê awareyên vê kampê ne, terka vê derê kirine.

Kampa Rekbanê li nêzikî baregeha leşkerî ya Tenefê li başûrê Sûriyê ye ku di bin kontrola kesên çekdar ên ser bi hêzên amerîkî da ye.

Amerîkî û komên têrorîst heta niha rê li ber şandina alîkariyên mirovdostane ji aliyê dewleta Sûriyê va bo Kampa Rekbanê, her wiha derketina awareyên sûrî girtine.

Rûsiyê bi caran hişyarî daye ku rewşa Kampa Rekbanê weke karesateke mirovî ye û ji Waşîngtonê xwestiye ku derketina awareyan ji vê kampê hêsan bike.