Nûnerê Sûriyê li Ny xwest ku bila biyan ji nav vî welatî derkevin
Nûnerê dayim yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li rûniştina Konseya Ewlehiyê ya vê rêxistinê ser Sûriyê pêgîrî kir ku pêşveçûn û serketina li warê çareseriya siyasî ya Krîza Sûriyê maye ser derketina biyaniyan ji nav axa vî welatî.
Li gor nûçeya IRIB Newsê, Nûnerê dayim yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Beşar Ceferî li rûniştina Konseya Ewlehiyê ya vê rêxistinê ser Sûriyê ragihand: Şam ji bo hevkariya bi hevpeyman û hevgirtiyên xwe di warê bi rê xistina karê Komîteya Qanûna Bingehîn de amade ye û ji bo serkevtin û pêşvaşûna di çarçoveya proseya çareseriya siyasî ya Krîza Sûriyê de pêwîste biyanî ji nav axa Sûriyê derkevin.
Ceferî desnîşan kir ku netewê Sûriyê bi tenê mafê xwe hene ku li warê qanûna xwe ya bingehîn û hilkolandina wê biryar bidin û di dewamê de got: Şam cardin amadetiya xwe ji bo hevkariya bi welatên dost û şandiyê taybet ê NY bona bi rê xistina karê Komîteya Qanûna Bingehîn radigihîne.
Beşar Ceferî ji endamên Konseya Ewlehiyê ya NY xwest piştgiriya hewldanên hikûmeta Sûriyê û hevpeymanên wê ji bo şerê li dijî terorîsmê bikin.