Yunanîstan dixwaze 10 hezar penaberên Sûriyê wegerîne Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308828-yunanîstan_dixwaze_10_hezar_penaberên_sûriyê_wegerîne_tirkiyê
Hikûmeta Yunanîstanê piştî tevliheviya û şewitîna mirinbar a li Kampeke vî welatî dixwaze 10 hezar penaberên Sûriyê heta sala 2020ê wegerîne Tirkiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2019 11:58 Asia/Tehran
  • Yunanîstan dixwaze 10 hezar penaberên Sûriyê wegerîne Tirkiyê

Hikûmeta Yunanîstanê piştî tevliheviya û şewitîna mirinbar a li Kampeke vî welatî dixwaze 10 hezar penaberên Sûriyê heta sala 2020ê wegerîne Tirkiyê.

Li gor raporta AFPê ew biryare di civîna taybet a kabîneya hikûmetê de piştî şewata li kampekî penaberan hatiye wergirtin ku bibû sedema mirina jinek û birîndar bûna 17 kesên din.

Di wê kampê de 12 hezar penaber jiyan dikin ku di rewşekî xirab de ne û ew rêje 4 car zêdeyî zirûf û şiyana wê kampê ye.

Piştî agir berbûn û şewata li kampa penaberan a Muriya ya li girava Lesbusê gelek raport derbarê şer û pevçûnên navbera penaberan û polis hatin belav kirin û ev pirsgirêk jî bûye sedem ku hikûmeta Yunanîstanê biryar wegerandina wan penaberan bo Tirkiyê bide.

Çar sal berî naha 850 hezar penaberên Sûrî ji Tirkiyê ve derbasî giravên Yunanîstanê bûn û raportên heyî vê derbarê de aşkera dikin, tenê di meha Îlonê de 9 hezar penaberên nû çûne Yunanîstanê