Teqezkirina rayedarên NY ser parastina yekperçetiya erdê Sûriyê
Nunerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê ser pêwîstiya parastia hurmet û yekperçetiya erdê vî welatî teqez kir.
Giyêr Pêdêrson, nunerê taybet ê NY li karûbarên Sûriyê, li gotûbêja taybet bi IRNA`yê re li bersiva pirsekê li bara nêrîna NY li bara êrişên Rejîma Siyonîstî ser Sûriyê got: Min teqez kiriye ku destpêka çareserkirina qeyrana Sûriyê divê parastina mafê hakimiyet û yekperçetiya erdê vî welatî be.
Wî beşdariya pênc artêş û koma eskerî ya biyanî li Sûriyê gefek bo ewlehiya navçê û aşitiya navneteweyî da zanîn û got: Me hevceyî bi rêçareya siyasî bo qeyrana Sûriyê heye ku ev mesele hemî dawî bibin.
Pêdêrson destnîşan kir, em hêvî dikin ku li çend heftiyên pêşerojê yekim civîn li Jinêvê li dar bixin. Biryar e 150 kesên sûrî têde beşarî kirin ku li bara avakirina komîta qanûna bingehîn a Sûriyê gotûbêjê bikin.
Rejîma Siyonîstî yek ji alîgirên sereke yên terorîstan li Sûriyê, bi mehneyên pûç bi êrişên mûşekî û hewayî meqerên artêşê û binavhiyên vî welatî dide ber êrişan.